Seroka Hingaryayê piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.01.2024an li Davosê bi Seroka Hingaryayê Katalin Novak re civiya.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.
Seroka Hingaryayê sersaxî û hevxemiya xwe ji bo canjidestdana welatiyên sivîl di êrîşa li ser Hewlêrê de nîşan da û piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevxemî û piştevaniya Seroka Hingaryayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê hertim bibe faktora ewlekarî û aramiya Iraq û navçeyê.