Mesrûr Barzanî li Davosê bi serokwezîrên Holanda, Koreya Başûr û Libnanê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê, bi bi awayekî cuda bi serokwezîrên Holanda, Koreya Başûr û Libnanê re civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.01.2024an di çarçoweya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, bi awayekî cuda Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte, Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck-soo û Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wan hevdîtinan de, pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.


