Mesrûr Barzanî û Sikirtêrê Giştî yê Civata Arîkariyê ya Welatên Kendavî li Davosê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Civata Arîkariyê ya Welatên Kendavî re civiya û her du aliyan êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.12024), di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî de li Davosê, bi Sikirtêrê Giştî yê Civata Arîkariyê ya Welatên Kendavî Casim Mihemed Elbidêwî re civiya.
Di wê civînê de, êrîşa li ser Hewlêrê û bizavên têkdana ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên kendavî re tewerekê dî yê wê civînê bû.