Mesrûr Barzanî û António Guterres li Davosê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî re li Davosê civiya û mijara serekî ya civîna wan girêdayî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) li Davosê bi Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres re civiya.
Mijara serekî ya civîna wan girêdayî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bû.
Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji ber qurbaniyên karesata Hewlêrê serexweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.
Her du alî hevnerîn bûn ku çi behane ji bo binpêkirina serweriya Îraqê û armanckirina welatiyên sivîl nayên qebûlkirin.
Di pareka dî ya civîna wan de, dîtin û nerîn li ser dawî guhertin û pêşhatên Îraqê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê li ser bingeha destûrî li hev hatin guhertin.