Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18.01.2024an li Davosê bi Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron re civiya.
Mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bû. Wezîrê Derve yê Brîtanyayê pirse û hevxemiya xwe ji Serokwezîr re ragihand û bi tundî ew êriş şermezar kir û got ku ew êrîş ne rewa ye û binpêkirina serweriya Iraqê ye û nayê qebûlkirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Brîtanyayê kir ji bo hevxemî û piştevaniya wê.
Her du alî li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiyê bo şerê dijî terorîstên DAIŞê û terorê bi giştî hevnêrîn bûn.
Pêşxistina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de, giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêmê mijarên din ên hevdîtinê bû.