MSDê êrîşên li ser kurdên vegeriyayî yên Girê Spî şermezar kir: Hikûmeta veguhêz berpirs e

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke tund êrîşên li ser malbatên kurd ên ku vedigeriyan ser mal û milkên xwe yên li Girê Spî şermezar kirin. MSDê berpirsyariya parastina sivîlan xiste stûyê hikûmeta veguhêz û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û dadgehkirina sûcdaran kir.

Di daxuyaniya MSDê de hat diyarkirin, armancgirtina sivîlên bêçek sûcekî aşkere ye li dijî mirovahiyê, binpêkirina rûmet û mafên wan e û êrîşeke rasterast e li hember mafê rewa yê vegera bi ewle bo ser milk û stargehên wan.

MSDê destnîşan kir, ev êrîş gefeke cidî li ser aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê de çêdike. Herwiha got ku ev kiryar binpêkirineke berbiçav a peymana 29ê Çileyê ye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat tekez kirin, berpirsyariya parastina can û malên sivîlan, rawestandina van destdirêjiyan û pêşîgirtina li dubarebûna wan bi tevahî li ser milê hikûmeta veguhêz e.

MSDê daxwaz kir ku derbarê vê bûyerê de lêpirsîneke serbixwe, bêalî û berfireh bê destpêkirin da ku şert û mercên êrîşê werin aşkerekirin, sûcdar û yên ku xelkê handî vê yekê dane werin dadgehkirin û çanda "bêcezatiyê" bi dawî bibe.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, MSDê bal kişand ser paşeroja welêt û tekez kir ku parastina sivîlan, sepandina dadperweriyê û mîsogerkirina mafê vegerê stûnên bingehîn in ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û yekgirtî; Sûriyeyek ku li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev û naskirina mafên tevahiya pêkhateyan bê avakirin.