Malbata Şêx Ezîz Şêx Reza daxuyaniyekê derbarê belavbûna wêneyê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Malbata Şêx Ezîz Şêx Riza têkildarî belavbûna wêneyekê de, daxuyaniyek ji xelkê Kurdistanê re da.
Şêx Hesen Şêx Riza Basereyî li ser navê malbata Şêx Ezîz Şêx Riza di daxuyaniya xwe de got; “Vê carê jî weke her carê, dijmin û kirêgirtiyên wê ketine dijayetiya rêbaza pîroz a Barzanî ku wêneyeke birayê me Şêx Ezîz anîne û ew weke nûnerê Mossad û Îsraîlê li Kurdistanê didin nasîn. Lê ew ne nizanin ku Şêx Ezîz 5 sal in koça dawiyê kiriye.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Birayê min Şêx Ezîz endamê damezrîner ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye û ji sala 2005 heta 2017an serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû. Ew ji salên 60î yên sedsala bûrî ve li Kurdistanê û li welatên rojava bi nemir Barzanî re xebat kiriye û nûnerê Nemir Barzanî bû û şêwirmendê Serok Mesûd Barzanî bû. Ji ber wê jî em ji neyarên rêbaza Barzanî û malbata xwe re radigihînin ku benê derewan kurt e û wek her car rûyê we yê reş zû aşkere dibe.”

.jpg)
