Mesrûr Barzanî: Çalakkirina Parlamentoyê biserxistina îradeya xelkê Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li desteya serokatiya hilbijartî ya gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê kir û çalakirina Parlamentoyê wekî serketina îradeya xelkê û pabendbûn bi proseya demokrasî wesf kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyeke germ pêşkêşî Serokê Hilbijartî yê Gera Şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê, Cîgir û Sekreterê Parlamentoyê kir, ku wan dest bi karê xwe kir.
Mesrûr Barzanî herwisa destxweşî û pîrozbahî li parlamenterên xemxwer û nîştimanperwer jî kir, ku berdewam bo parastina rewatî û çalakirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bizav dikir. Amaje jî kir: "Biryara we ya îro wefadarî ye bo xwîna şehîdan û rengvedana rastîn a xwesteka dengderan e, herwisa pêngavek e ber bi biserxistina îradeya gelê Kurdistanê ve."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka dî ya peyama xwe de tekez kir ku çalakkirina dezgeha Parlamentoyê belgeya pabendbûn û pêgiriyeka rohn e bi berdewamî û bicihanîna prênsîpên proseeya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.
Li ser temamkirina erkên qanûnî û parlamentoyî jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvîxwaziya xwe diyar kir ku di rojên bê de tevaya parlamenterên din jî tevlî civînên Parlamentoyê dibin, daku erkê xwe yê nîştimanî, şer’î û exlaqî bi cih bînin û di asta berpirsiyariya vê qonaxê û banga dengderên xwe de bin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangewaziyek arasteyî hemî aliyên siyasî kir û ragihand: "Pêxemetî berjewendiya bilind a nîştimanî, ez daxwazê ji gişt aliyan dikim ku bên pêş, daku bi hev ve û bi hevahengî, em xizmeteke hejîtir pêşkêşî gel û nîştimanê xwe bikin û destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin."
پیرۆزباییەکی گەرم لە سەرۆکی هەڵبژێردراوی خولی شەشەمی پەرلەمانی کوردستان و جێگر و سکرتێری پەرلەمان دەکەم.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) November 4, 2026
هەروەها پیرۆزبایی و دەستخۆشی لە ئەندام پەرلەمانە نیشتمانپەروەر و تێکۆشەر و چاونەترس و خەمخۆرەکانی هەرێمی کوردستان دەکەم بۆ پارێزگاریکردن لە شەرعیەت و کاراکردنەوەی پەرلەمانی…
Piştî têperbûna nêzîkî du salan, ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê rûniştina xwe ya yekê li roja 02/12/2024ê li dar xist, ew rûniştin vekirî ma, li dawiyê jî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, bi amadebûna 52 parlamenteran, rûniştina duyê ya parlamentoyê hat lidarxistin û serok, cîgirê serok û sekretêrê parlamentoyê hatin hilbijartin.
Piştre Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Vala Ferîd berî ku rûniştina îro bi dawî bîne, peyamek pêşkêşî tevaya fraksiyonan kir da ku tevlî civînên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, herwisa daxwazeke wê ya din ji fraksiyonan ew bû ku heta Duşema heftiya bê navên kandîdên xwe bo danîna lîjneyên parlamentoyê pêşkêş bikin, bi taybetî lîjneya qanûnî.