Sîpan Şêrwanî: Pilaneka nû ji bo birsîkirina mûçexurên Herêma Kurdistanê di rêyê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Lijneya Aborî ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Pilaneka nû ji bo birsîkirina xelk û mûçexuran li dijî Herêma Kurdistanê di rêyê de ye”. Herwesa dibêje, “Her ew aqiliyeta şovînî li beranberî Kurdan li Bexdayê hikmî dike”.
Endamê Lijneya Aborî ya Civata Nûnerên Îraqê Sîpan Şêrwanî îro (Pêncşem, 25.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Ew arêşeya ku Wezareta Darayî ya Îraqê li ser lîsta mûçeyên Herêma Kurdistanê behs dike, çi peywendî bi wê wezaretê ve nîne, ji ber ku pêştir lîsta mûçeyan ji aliyê Dîwana Çavdêriyê ya Hikûmeta Îraqê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye hûrbînkirin û çi arêşe tê de nebûn”.
Wî Endamê Lijneya Aborî ya Civata Nûnerên Îraqê amaje da, “Pêdivî bû ew 618 milyar dînar, ên ku biryar bû ji bo Herêma Kurdistanê hatiban şandin, gehiştiban Herêma Kurdistanê ji ber ku ew pişka Herêma Kurdistanê ye di budceya giştî ya federalî de û çi peywendî bi lîsta mûçeyan ve nîne”.
Sîpan Şêrwanî tekez jî kir, “Çêkirina astengên di rêya çarekirina mûçeyên Herêma Kurdistanê de pilaneka dî ya nû ye li dijî Herêma Kurdistanê ji bo birsîkirina xelk û mûçexurên Herêma Kurdistanê”.
Her dîsa behs kir, “Rijêm li Îraqê hatine guhertin, sîstema federalî li Îraqê heye, lê hêşta aqiliyeta şovînî li dijî Kurdan û Herêma Kurdistanê li Îraqê tê meşandin”.