Li Bedlîsê 6 kes bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

Diyarbekir (K24) – Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê 6 kes bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberên neyasayî dikin, hatin girtin.

Parezgehîya Bedlîsê ragihand, bi koordinasyona Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê, di encama xebatên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Deriyên Sînor, li navçeya Tetwanê 4 û li Wanê jî 2 cihan operasyonên hemwext hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama operasyonan de li 6 cihan bi tevahî çekê û 51 fîşek hatin bidestxistin, 6 kes jî bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberên neyasayî dikin hatin desteserkirin û ji bo dadgehe hatin şandin.