Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê parastina ewlehî û seqamgiriya Urdinê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê de peyamek belav kir, û zêdebarî şermezarkirina wê rûdanê ragehand, “Em tekezê li ser parastina ewlehî û seqamgiriya welatê dost Şanişîna Urdinê dikin”.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Duşem, 29.1.2024) di peyamekê de amaje da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê êrîşê şermezar dike, ya ku li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê hatiye kirin û ji ber wê hejmareka serbazan bûne qurbanî, herwesa em dilsoziya xwe jî ji bo gel û hikûmeta Amerîkayê diyar dikin”.
Her dîsa Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragehandiye, “Em tekezê li ser parastina ewlehî û seqamgiriya welatê dost Şanişîna Urdinê dikin û em bi berfirehbûna duberekî û nearamiyê li deverê re nînin”.
Pêşewa Hewramanî amaje jî da, “Em hêvîdar in girjî bên bidawîanîn û tevaya arêşeyan bi diyalogê û bi awayekê aştiyane bên çarekirin”.
Deqê peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê de
Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê êrîşê şermezar dike, ya ku li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê hatiye kirin û ji ber wê hejmareka serbazan bûne qurbanî, herwesa em dilsoziya xwe jî ji bo gel û hikûmeta Amerîkayê diyar dikin.
Di eynî demê de em tekezê li ser parastina ewlehî û seqamgiriya welatê dost Şanişîna Urdinê dikin û em bi berfirehbûna duberekî û nearamiyê li deverê re nînin.
Em hêvîdar in girjî bên bidawîanîn û tevaya arêşeyan bi diyalogê û bi awayekê aştiyane bên çarekirin.
Pêşewa Hewramanî
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê