Kurdistan24 dibe çavkaniya raporeke Hevpeymaniya Navdewletî ya ji Kongressê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Di raporekê de ku ji bo kongressa Amerîkayê derbarê erkên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatiye amadekirin de, Pişknerê Giştî 4 raporên cuda yên Saziya Kurdistan24ê wek çavkaniya xwe bikar aniye.

Ev rapor ji Kongressê re hatiye şandin, tê de xebatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ji Mijdara 2023an û heta Berçileya 2023an dinirxîne û gefên li pêşiya hevpeymaniyê û pêşketinên wê nîşan dide.

Li gor raporên medyaya navxwe û navdewletî, beşek ji vê raportê hatiye amadekirin. Di vê rapora sê mehî de ku roja 02.09.2024ê hatiye weşandin, 4 raportên Kurdistan24 li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê, şerê Xezzeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wek çavkanî bikar aniye.

Raporên navborî yên edîtor û peyamnêrên Kurdistan24ê, Vladimir Van Wilkenberg, Rênas Elî û Laurie Milroy ne.

Ev ne cara yekem e ku raportên Kurdistan24ê wek çavkaniyeke sereke ji bo raporên navdewletî, ajansên medyayî û hin raportên hikûmetê têne binavkirin û amaje bi wan têne kirin.

Kurdistan24 ji destpêka damezrandina xwe ve peyman daye xwendevan û temaşevanên xwe ku bi rêya tora medyayî ya rêkxistî: Radyo, televîzyon, malper bi zimanên Kurdistan24 (Kurdî - her du zaravayên “Kurmancî, Soranî”, Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî) zaniyariyên rast bigihîne wergirên li Kurdistan, navçe û cîhanê.