Şandiyê K24ê li Dubey: Şandeka Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ye, ku biryar e sibe (Duşem, 12.02.2024) karên wê lûtkeya cîhanî ya sê rojî li Dubey bên destpêkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) bi serdaneka fermî gehişt welatê Îmaratê, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, herwesa Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Kemal Muslim, Berpirsê Fermangeha Derve Sefîn Dizeyî, Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî û çend şêwirmend bi wî re ne.
Şandiyê K24ê Emar Necmedîn li Dubey got, “Piştî ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Îmaratê, li balafirxaneyê bi germî ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Îmaratê Xelîfe Şahîn Merer, Balyozê Îraqê li Welatê Îmaratê Mizefer Mistefa Ciborî, Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê Ehmed Zahiî û Konsulê Îraqê li Dubey Amed Ebdilhemîd ve hat pêşwazîkirin.
Şandiyê K24ê herwesa amaje da, “Sibe (Duşem, 12.02.2024) seet 15:30 bi dema Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê gotareka giring li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan pêşkêş bike û dê behsa dîtinên nû ji bo pêşveçûn û aborê paşerojê bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro (Yekşem, 11.02.2024) li ser tora Civakî ya Xê nivîsiye, “Ez dilxweş im ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan 2024 dibim”.
Pêştir jî Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubeyê bê lidarxistin, ber bi Îmaratê ve bi rê ket.”
Diyar jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm tevlî vê lûtkeyê dibe, ku biryar e gotarekê jî bi amadebûna hijmareka serokwezîr û berpirsên payebilind pêşkêş bike.”
Amaje bi wê jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya vê lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”