Demokratan li Senatoyê piranî misoger kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Torên nûçeyan a Amerîkayê pêşbînî dikin ku di hilbijartinên navberê de Partiya Demokrat piranîya kursiyên Encûmena Nûneran ji Komarparêzan bistîne.

Li gorî pêşbînîyên medyayên sereke yên wekî NBC News, CNN û Navenda Şiroveyan a Decision Desk HQ, Demokrat dikarin ji koma 435 kursiyên Encûmena Nûneran di navbera 235 heta 252 kursiyan de qezenc bikin. Bi vê yekê, ew ê bi hêsanî bendava 218 kursiyan a ji bo bidestxistina piraniyê derbas bikin.

Ev guherîn, dawî li serdestiya berê ya Komarparêzan (ku 218 li hemberî 214 kursiyan bû) tîne û tê çaverêkirin ku bandoreke kûr li ser nîva duyem a serdema serokatiya Donald Trump bike.

Di yekem karvedana fermî de, Serokê fraksiyona Demokratan li Encûmena Nûneran, Hakeem Jeffries, ev encam wekî "serkeftinek ji bo Amerîkayê" bi nav kir.

Her çend piraniya kursiyên Encûmena Pîran (Senato) hîna bi tevahî nehatibe diyarkirin jî, Demokratan pêşveçûneke giring bidest xistiye. Wan karîbû çar kursiyan li eyaletên Ohio, Texas, Karolînaya Bakur û Karolînaya Başûr ji Komarparêzan bistînin, her wiha kursiyên xwe yên li eyaletên Georgia û New Hampshire jî biparêzin.

Serok Donald Trump ku ji Koşka Spî ve çavdêriya pêvajoya hilbijartinê dikir, li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" daxuyaniyek da û got: "Wêneya min li ser kaxeza dengdanê nebû." Bi vê daxuyaniyê, Trump xwast xwe ji berpirsiyariya têkçûna Komarparêzan dûr bixe.

Trump beriya niha jî hişyarî dabû ku ew ê mafê xwe yê vetoyê li dijî her qanûnekê bi kar bîne ku ji aliyê Kongreyeke di bin kontrola Demokratan de bê pejirandin.

Ev hilbijartin di demekê de tên lidarxistin, xelkê Amerîkayê ji ber aloziyên aborî, bilindbûna nirxê sotemeniyê û giraniya lêçûnên jiyanê di nava nerazîbûneke mezin de bû; ev sedem jî bûn faktorên sereke ku bandor li ser biryara dengdêran kirin.