Peyama Serok Barzanî bo salvegera 11ê ya koça dawiyê ya Ehmed Çelebî

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî, di peyamekê de bi helkeftina derbazbûna 11 salan di ser koça dawiyê ya siyasetmedarê diyar ê Îraqî Xudêjêrazî Dr. Ehmed Çelebî re, pesnê pêgeh û xebata navbirî da û ragihand ku Çelebî hevalekî nêzîkî wî bû û roleke dîrokî û jibîrnekirî di nava refên opozisyonê û proseya avakirina Îraqa nû de lîstiye.

Serok Barzanî îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê bi helkeftina salvegera 11ê ya koça dawiyê ya Serokê Kongreya Nîştimanî ya Îraqê û kesatiyê diyar ê siyasî yê Îraqê Dr. Ehmed Çelebî peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: "Îro 11 sal di ser koça dawiyê ya siyasetmedarê diyar ê Îraqî Xudêjêrazî Ehmed Çelebî re derbaz dibin. Ehmed Çelebî hevalekî min ê nêzîk bû, kesayetiyekê nîştimanî û siyasetmedarekê bibandor ê Îraqî bû ku roleke dîrokî di nava opozisyona Îraqî û proseya dubare-avakirina Îraqa nû de lîst."

Serok Barzanî behsa pêgeha siyasî ya Çelebî kir û ragihand: "Koça dawiyê ya wî valahiyeke mezin di qada siyasî ya Îraqê de hişt, lê rol û tevlîbûnên wî yên binirx di bîranîna dîroka siyasî ya Îraqê de zindî dimînin û hejî hemî rêz û serbilindiyê ne."

Serok Barzanî li dawiyê jî lava ji navbirî re kirine û nivîsiye: "Xudayê mezin ji Dr. Ehmed Çelebî razî be û bi beheşta berfireh şa bike, û bîranîna wî bi xêr û navê wî bilind bimîne."

Dr. Ehmed Çelebî yek ji serkirdeyên herî diyar ên opozisyona Îraqê li dijî rejîma berê bû û roleke berçav di proseya hilweşandina rejîma Beisê de li sala 2003ê û danîna Îraqa federal de hebû, di 3ê Mijdara 2015ê de di jiyê 71 saliyê de li Bexdayê koça dawiyê kir.

Peyama Serok Barzanî:

Îro 11 sal di ser koça dawiyê ya siyasetmedarê naskirî yê Îraqê re derbaz dibin. Xudêjêrazî Ehmed Çelebî dostekî min ê nêzîk û kesatiyekê nîştimanî yê xwedan pêgeh û siyasetmedarekê bibandor ê Îraqî bû, roleke dîrokî di opozisyona Îraqî û avakirina Îraqa nû de lîst. Koça dawiyê ya Ehmed Çelebî valahiyeke mezin di proseya siyasî ya Îraqê de hişt û rolê wî di dîroka siyasî ya Îraqê de ciyê teqdîrê ye. 

Bîranîna wî bi xêr û navê wî bilind bimîne. 

Rehmeta Xudayê mezin li ser wî be û ciyê wî beheşta berfireh be.