Trump ji Demokratan re: "Pîroz be"
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Partiya Demokrat piraniya kursiyên Encûmena Pîran (Senato) bi dest xist, peyamek da rikeberên xwe yên siyasî û got "Pîroz be". Trump her wiha ragihand, ew amade ye encamên hilbijartinan qebûl bike û kar bi Demokratan re bike.
Ev helwesta Trump di demekê de tê, Partiya Komarparêz di hilbijartinên navberê de rûbirûyî şikesteke mezin bûye û bi vê yekê jî kontrola her du baskên Kongressê (Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran) ji dest da yan jî xistiye metirsiyê.
Serokê Amerîkayê di hevpeyvînekê de ligel rojnameya navdar a Amerîkî "The New York Times" tekez kir ku ew bi amade ye encamên hilbijartinê bipejirîne. Trump her wiha da zanîn ku ew dixwaze xalên hevpar bibîne û ji bo hevkariyê bi Demokratan re lihev bike.
Derbarê sedema paşketina partiya xwe de, Donald Trump destnîşan kir ku sedema sereke ya vê encamê ew bû ku "navê wî li ser kaxezên dengdanê nebû".
Tevî vê têkçûnê jî, Trump destnîşan kir ku ew qet ne poşman e ji berbijarên ku wî di dema bangeşeyê de piştgiriya wan kiriye.