Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê nû yê Brîtanyayê dike

Nêçîrvan Barzanî û James Goldman
Nêçîrvan Barzanî û James Goldman

Navenda Nûeçyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, Serokê Herêma Kurdisatnê û Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê li Herêa Kurdistanê danûstandinan li ser rewşa giştî ya Îraq, Herêma Kurdistanê û deverê dikin.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) êvarê di hevdîtinekê de bixêrhatina Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Goldman kir û daxwaza serkeftinê jê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê her dîsa amaje daye, “Serokê Herêma Kurdistanê hemî piştgiriyek ji bo biserxistina erkê James Goldman diyar kir û xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamîdana bi peywendiyan û berfirehkirina arîkariyên hevpar li gel Brîtanyayê tekez kir.

Goldman jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karî wekî Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê diyar kir. Tekez jî kir ku, welatê wî dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam be û dixwaze peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de pêşve bibe.

Herwekî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje daye, her du aliyan di tewerekê dî yê hevdîtina xwe de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverê kirin.