Ji ber metirsiya lehiyê: Ji bo 19 parêzgehê hişyariya lezgîn hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber metirsiya çêbûna lehiyê, ji bo 19 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hişyariya bi kodên "zer" û "pirteqalî" ragihand. Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku pêleke bihêz a baranê duh li Stenbolê rabû û li beşeke mezin a kolanan bû sedema rabûna lehiyê.

Li gorî raporên keşnasiyê, beşeke berfireh a parêzgehên Bakurê Kurdistanê di bin bandora vê pêla dijwar a keşûhewayê de ne. Tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Riha, Dêrsim, Çewlîk, Semsûr, Xarpêt, Meletî, Dîlok û Mereşê baraneke gur û bi lîzme bibare.

Keşnasiyê hişyariyê li ser egera çêbûna lehiyên nişkave, barîna zîpikê, birûskan, bayê bihêz û astengbûna trafîk û çûnûhatinê dide. Di vê çarçoveyê de ji welatiyên wan deveran hat xwestin ku di asta herî bilind de hişyar bin û tedbîrên pêwîst bigirin.

Ji bo parêzgeha Muxlayê asta hişyariyê wekî "pirteqalî" hat ragihandin ku ev jî nîşana metirsiyeke mezin e. Li Îzmîr û Antalyayê jî metirsiya lehiyê heye; li peravên Ege û Deryaya Navîn jî li hember egera çêbûna bagerên deryayî hişyarî hat dayîn.

Bi giştî herêmên Marmara, Anatolyaya Navîn û Deryaya Reş jî dê di bin bandora barana berdewam de bimînin û tê çaverêkirin ku ne aramiya keşûhewayê heta dawiya hefteyê berdewam bike.