Wezareta Çandiniyê: Berhema hinaran a îsal ji sala borî zêdetir dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qehreman Qadir ragihand, ji ber barîna baş a baranê û kêmbûna nexweşiyan, tê pêşbînîkirin berhema hinarê ya îsal li gorî sala borî zêdetir be.
Qehreman Qadir îro 28ê Cotmehê ji Kurdistan24ê re diyar kir ku sala borî berhema giştî ya hinarê li Herêma Kurdistanê di navbera 65 heta 75 hezar tonî de bûye û got: "Em niha hîna di destpêka qonaxa berhemanînê de ne û negihîştine lûtkeya werzê; ji ber ku lûtkeya gihîştin û komkirina berhema hinarê dikeve meha Mijdarê."
Derbarê sedemên bilindbûna rêjeya berhemê de, berdevkê wezaretê bal kişand ser mercên keşûhewayê û ragihand: "Îsal barîna baranê gelek baş bû û seqayeke guncaw hebû. Her wiha nexweşiyên riwekan, bi taybetî nexweşiyên kefkî pir kêm bûn û yên çêbûne jî hatine kontrolkirin. Lewma li gorî nirxandin û texmînên me, tê pêşbînîkirin ku berhema îsal ji ya par zêdetir be."
Qadir herwiha destnîşan kir ku hinara xwemalî di dawiya meha Cotmehê de digihîje bazarên Herêma Kurdistanê û ev prose heta destpêka meha Berfanbarê berdewam dike.
Di dawiyê de hat diyarkirin ku amarên hûr û fermî yên derbarê hejmara dawî de dê di meha Çile ya sala bê de, piştî bidawîbûna werzê bên aşkerekirin, lê bi giştî berhema salane ya hinarê li Herêma Kurdistanê nêzîkî 80 hezar tonî tê texmînkirin.