Li Diyarbekirê civînek li ser rêveberiyên herêmî û rûxandinên qeyûman hat kirin

Diyarbekir (K24) – Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ligel nûnerên saziyên civakî û pîşeyî, li ser rêveberiyên herêmî û pirsgirêkên civakî yên ku di serdema qeyûman de peyda bûne, civînek li dar xist. Axaftvanên ku pêşniyazên xwe ragihandin, xwest ku di serdema nû ya şaredariyan de qada civakî û çandî were xurtkirin.

Ji bo civîna DÎTAMê, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê yê CHPê Tûnç Soyer û şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê HADEPê Ferîdûn Çelîk jî beşdar bûn û cerebeyên xwe yên rêveberiya herêmî ragihandin.

Di civînê de ji aliyê şaredarên girtî yên Diyarbekirê ve jî peyam hatin xwendin û bi taybetî rûxandinên civakî û çandî yên bi destên qeyûman çêbûne, hatin rojevê. Li ser van rûxandinan pêşniyaz jî hatin kirin û bi taybetî li bajarê Diyarbekirê pêşketina di warê qadên pîşesaziyê û çandiniyê hatin nirxandin û hat diyarkirin u divê herêm bi piştgiriya rêveberiyên herêmî were xurtkirin.

Her wiha hat ragihandin bi taybetî piştî qeyûman gelek sazî û dezgehên ku xizmeta zimanê Kurdî dikirin hebûne û hemû hatine girtin. Di pêşniyazan de hat diyarkirin ku divê piştî hilbijartinan, hem di warê perwerdehiyê de hem di warê tenduristiyê de ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî xebatên bê pere werin kirin.

Hêjayê gotinê ye ku civîna li ser rêveberiyên herêmî hat lidarxistin de yek namzedekî şaredariyan ên partiyên siyasî cih negirtibû.