Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê re civiya û her du alî li ser giringiya parastina aramî, asayîşa Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve hevnêrîn bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Sibata 2024an li Washingtonê bi Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê Jack Reed û endamê payebilind ê wê komîteyê Senator Roger Wicker re civiya.
Di civînê de, her du alî li ser giringiya parastina aramî, asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve hevnêrîn bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniya Amerîkayê kir û tekezî li ser rêzgirtina qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoya Amerîkayê pêzanîna xwe ji bo têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da.