Qeter û Tirkiye daxwaza lihevkirinê ji Tehran û Waşintonê dikin

Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî û Hakan Fidan
Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî û Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Qeterê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di pêwendiyeke telefonî de dawî pêşhatên deverê û giringîdana bi rêya dîplomasî bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî jî şerê Îranê û azadiya hatin û çûna deryayî, nîqaş kirin.

Wezareta Derve ya Qeterê Îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, di ragihandinekê de rohn kir ku di pêwendiya telefonî de, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan behsa peywendiyên hevkariyê yên di navbera her du welatan de û rêyên piştgirî û pêşxistina wan kir. 

Wezîrê Derve yê Qeterê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwisa bal kişand ser dawî pêşhatên deverê, bi taybetî jî bizavên dîplomasî û hevahengiya hevpar, ku armanc jê kêmkirina aloziyan û bihêzkirina ewlehî û tenahiyê li deverê ye.

Wezîrê Derve yê Qeterê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser piştgiriya Dewleta Qeterê bo tevaya bizav û pêşniyarên dîplomasî kir, daku bigehin çareseriyekê ku azadiya hatin û çûna deryayî dabîn bike û rêyê bo gihîştina bi lihevkirineke giştgir xweş bike ku aştiyeke berdewam li deverê pêk bîne.

Ev pêwendiya dîplomasî di demekê de ye ku dever ji ber wî şerê ku di 28ê Sibatê de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de çê bûye, gelek girjî û alozî dîtine, bi awayekî ku hin welatên deverê, bi taybetî jî Kendav, ji ber êrîşên mûşekî yên Tehranê zirarên aborî û canî gihîştine wan.

Herwisa ji ber girtina Tenga Hurmizê û wê rewşa ewlehiyê ya neasayî ya ku heye jî, ji aliyê aborî û bazirganî ve zirar hindî dî zêdetir bûne û bandoreke nerênî û mezin li ser paşeroja welatên deverê çê kiriye.

Herwisa welatên deverê ji ber destpêkirina pevçûnên leşkerî piştî hilbijartinên nîva gera Amerîkayê, ku biryar e li roja Çarşemê bên kirin, nîgeran in. Vê rewşê gumanên li ser kêmbûna şiyanên leşkerî yên Waşintonê û nîgeraniyên li ser gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump bo êrîşên nû li ser Îranê zêdetir kirine, tevî ku pêştir ragihandibû ku danûstandin ber bi aliyekî erênî ve diçin.