Xelata Ehmedê Xanî dê ji aliyê Abdullah Keskîn ve were standin

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Serokomariya Tirkiye ve hat ragihandin ku îsal xelata wefayê ya Serokomariya Tirkiyeyê bo kesayetê navdar û dîrokî yê Kurd Ehmedê Xanî hatiye dayîn. Ev pêşhat nava civaka kurd de jî bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin û hat amajekirin ku xelatkirina Ehmedê Xanî nîşaneya qedirdayîna civaka kurd e û wê bi xwe rê gavên nû jî bîne.

Îsal di çarçoveya Xelatên Gewre Yên Çand û Hunerê de Xelata Wefayê Ya Serokomariya Tirkiyeyê bo navek girîng ê dîroka Kurd Ehmedê Xanî hat dayîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hesabê xwe yê Xê de amaje kir ku ew “Ehmedê Xanî yê ku stêrkek dil û ramanan e bi rehmet bi bîr tîne.”

Li ser vê yekê jî nivîskar û rewşenbîrên kurd amaje kirin ku Ehmedê Xanî bo civaka kurd navek hêja ye û ev gava ku ji aliyê Serokomariyê ve hatiye avêtin girîng û dîrokî ye.

Nivîskar Ehmed Kanî di vî warî de ragihand: “Dewlet dizane ku Ehmedê Xanî ber dilê kurdan çiqasî şêrîn e û bi vê gavê dixwaze bigihîje nav dilê kurdan, kurd jî divê bi awayeke stratejîk vê gavê bi bidestxistina mafê ziman bi kar bînin.”

Berhema bêhempa ya navdar a Ehmedê Xanî ya bi navê “Mem û Zîn jî di sala 2010an de bi awayeke fermî hatibu çapkirin û niha jî bi awayeke fermî xelat bo Ehmedê Xanî tê dayîn ku weşangerên Kurd dibêjin divê bingeha vê gava hêja baş were tijekirin û bo zimanê kurdî jî gav werin avêtin ku Ehmedê Xanî di heman demê de yek ji remzên zimanê kurdî ye jî.

Rêveberê Komeleya Nûbiharê Raûf Çîçek jî ragihand: “Dewlet li gorî vê xelatdayînê jî gav bavêje ku dikare zimanê kurdî bike zimanê fermî, zimanê kurdî têxe bin parastinê û zimanê kurdî finanse bike. Heger xelat dabe divê li gorî wê jî helwestek nîşan bide.”

Rewşenbîrên Kurd dibêjin Ehmedê Xanî bo civaka kurd navek girîng û remzek gewre ye ku piştî ku dewletê bo vînavê gewre xelat dabe ev tê wê wateyê ku dê bo mafên neteweyî yên kurdan jî gavan bavêje.