Berdevkê Wezareta Çandiniyê: Hevahengiyeke me ya baş bi Spanyayê re heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Çandiniyê Hîwa Elî diyar kir, di navbera Wezareta Çandiniyê û Spanyayê de hemahengiyeke baş di warê çandinî û veberhênana di projeyên pîşesazî û bazirganî de heye.

Şandeke karsazên Spanî li Herêma Kurdistanê ye û ligel şandeke Wezareta Çandinî, Desteya Veberhênanê û Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê civiyan.

Di vê derbarê de, Berdevkê Wezareta Çandiniyê Hîwa Elî ji K24ê re ragihand, hatina şand û karsazên Spanî ji bo projeyên di warê çandiniyê veberhênan û projeyên pîşesazî û bazirganî ye.

Got jî: “Di encama zincîreya peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Spanyayê de, çendîn hevahengî di navbera her du aliyan de çêbûn. Di cara dawiyê de li ser vexwendina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û destpêşxeriya me, sermayedarên Îspanî hatin, ji bo ji nêzîk ve xwediyên projeyan bibînin û gotûbêjê ligel wan bikin.

Herwiha got: “Eger derfet hebe, emê wan bibin ku projeyên stratejîk ên Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bibînin, ji bo di warê berhemanîn û asta pêşketinê de gotûbêj bikin. Em wek Wezareta Çandiniyê, me gav avêtine û gihîştine wê asta ku berhemên me têra bazara navxwe bike.”