Ciwanên Siyasî yên Ewropayê: Werin em pabendbûna xwe bi prensîpên demokrasî û mafên mirovan re tekez bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanên siyasî yên Ewropayê di 33. salvegera serhildana gelê Kurdistanê de gotin, “Werin em pabendbûna xwe ya bi prensîpên demokrasî, mafên mirovan û çarenivîsê tekez bikin.”
Îro 5ê Adarê bi boneya 33. Salvegera Serhildana Gelê Kurdistanê, Serokatiya Ciwanên Siyasî yên Ewropayê nameyek arasteyî gel, genc û ciwanên Kurdistanê kir.
Di beşeke nameyê de hatiye, “Di 33emîn salvegera serhildana gelê Kurdistanê a li dijî rejîma zalim a Beis a Iraqê de, em gavên ku ji bo azadiya Kurdistanê hatine avêtin bibîr tînin. Ev destkefta dîrokî, îro rê li ber avabûna herêmeke Kurdistanî ya geş vekir ku bi berxwedan, îrade û giyanê neguherbar ê gelê xwe tê naskirin.”
Di beşeke din a nameyê de hat: “Îro di demekê de ku em bejna xwe li ber qurbaniyên rabirdûyê ditewînin û pêşketinên bidest ketine pîroz dikin, em careke din pabendbûna xwe ya bi prensîpên demokrasî, mafên mirovan û çarenivîsê re dubare dikin. Werin em bi gelê Kurdistanê bi hevsozî re bi xelkê Kurdistanê re rawestin ku di xebata ji bo pêgeha xwe di civata gelan de berdewam in.”