Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê berf barî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê îro 6ê Adarê, berf barî. Welatî dereng be jî barîna berfê bi erênî pêşwazî dikin.
Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê pileyên germê gihiştine 15-20 pileyan, Lê li herêmên Çewlîg, Qers û Erziromê hê jî zivistan didome.
Şeva borî li navenda navçeya Kanîreş a Çewlîgê berf barî û heta serê sibê berdewam bû. Welatiyên Kanîreşê vê rewş nişkivîn nabînin û didin xuyakirin, zivistan îsal dereng hatiye, lê dîsa jî barîna berf û baranê bo cotyar û ajaldaran xêr û bereket e.
Rêveberiya Keşûhewayê ya navçeyê dide zanîn, pêla hewayê sar û berf û baranê dê heta çend rojên din jî berdewam be.