Ensam Selman: Mafên jinan li Herêma Kurdistanê parastî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvaneke jinan dibêje, mafên jinan li Herêma Kurdistanê parastî ne û li Herêma Kurdistanê ti cudahî di navbera jin û mêran de nîne.
Çalakvan Ensam Selman ji K24ê re diyar kir, mafên jinan li Iraqê ne parastî ne, tawan û destdirêjiyên li ser jinan roj bi roj zêde dibin.
Got jî: “Parlamentoya Iraqê di çendîn rûniştinan de ne cidî bû, ji bo derxistina yasayekê li ser mafên jinan. Parlamento heta niha li mafên jinan mikur nayê.”
Ensam Selman herwiha got: “Li Iraqê gelek cureyên tundiya li ser jinan hene, lê ya herî zêde tundiya derûnî û fîzîkî ye.”
Wê çalakvana di warê mafên jinan de bal kişande ser wê yekê, civaka Iraqê civakeke baviksalarî ye, ti carî guh nade helwest û nêrîna jinan.
Ensam Salman tekez kir jî, divê Iraq sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê werbigire ku çawa mafên jinan tên dayîn, mafên jinan li Herêma Kurdistanê parastî ne.
Tekez kir jî: “Li Herêma Kurdistanê ti cudahî di navbera jin û mêran de nîne. Di warê berpirsatiyê de, ev erk di heman demê de dikeve ser milê jin û mêran jî.”