Li Diyarbekirê 2 konên navendî yên fitarê hatin vekirin
Diyarbekir (K24) – Bi hatina Remezana pîroz re tevgerên civakî yên ji bo alîkariya welatiyên kêmderfet jî zêde dibin. Li Diyarbekirê jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û xêrxwaz û komeleyan ve konên fitarê hatin vekirin û di van konan de rojane dê bi hezaran kes kes bikaribin bifitirin.
Remezana Şerîf, wekî her salê bi xêr û bereketa manewî dest pê kir. Li Diyarbekirê jî vekirina konên fitarê ya ji aliyê şaredarî, xêrxwaz û komeleyan ve wekî kevneşopî berdewam dike. Îsal jî ji bilî konên nav taxan, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve li Qada Şêx Seîd û navçeya navendî ya Rezan, 2 konên mezin ên fitarê hatin vekirin û welatiyan jî vekirina konan bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Welatî: “Dema kon bên vekirin, ji bo welatiyan, ji bo feqîran, ji bo miskînan baş e. Her kes dê bikaribe bifitire. Ev, tiştekî gelek baş û bêhempa ye. Yên ku vê xwarinê didin, Xweda xêra wan qebûl bike. Ango xêra wan digihîje her kesî.”
Welatî: “Beşa feqîran ji xwe mirî ye. Xebatên wiha ji bo feqîran baş in. Çiqas zêde bin, ewqas baş in.”
Welatî: “Xwezî di her kuçe û kolanan de ev kon bihatana vekirin. Elhemdulîllah ez dikarim li mala xwe xwarinê bixwim. Lê gelek welatî hene ku nikarin li mala xwe xwarinê bixwin. Gelek kes hene ku goşt nabînin.”
Bi nêzîkbûna mexrebê re hem welatiyên kêmderfet hem jî welatiyên ku nikarin di dema fitarê de bigihîjin malên xwe, tên van konan û para xwe ji vê sifreya tomarî digirin. Xwarina fitarê jî di saetên nav rojê de li xwaringehên mezin tên amadekirin û 2 saet beriya ku roj biçe ava, dest bi belavkirina xwarinê dikin. Rêveberên kompaniya xwarinê jî bang li hemû kêmderfetan dikin ku xwe ji vê bereketê bêpar nehêlin.
Rêveberê Kompaniya Xwarinê Ayhan Egîm ji K24ê re got: “Melûm e ji ber ku qeyrana aborî heye heye, dewlemend û feqîr hemû li ser vê sofreyê ne û hemû ji bo me yek in. Niha destpêka Remezanê ye û em xizmeta welatiyên xwe dikin. Em xwarinê ji bo xizmên nexweşan jî dişinin. Em rojane 6 cure xwarinê belav dikin û ev ji bo me hesteke gelek xweş e.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, îsal jî 2 konên navendî vekirine û di vê mehê de her roj 6 hezar welatî dê bikaribin li van konan bifitirin. Ji bilî van konan, dê ji bo welatiyên li mêvanxaneyên şaredariyan jî xizmeta fitar û paşîvê bê kirin.