Li Urmiyê di bûyereke trafîkê de 3 kesan canê xwe jidest dan û 10 kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rewşa Lezgîn û Bûyeran a Zanîngeha Bijîşkî ya Urmiyê Ferzîn Rezazade ragihand, di encama lihevketina otobûsek û Pîkapekê li ser rêya Urmiye-Mehabadê de, 3 kesan canê xwe jidest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Rezazade ji medyaya Îranê re ragihand, 3 rêwiyên Pîkapê di cih de canê xwe jidest dan û 10 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên Urmiye û Nexdeyê hatin rakirin.

Amaje bi wê jî da, ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e û li beşa çavdêriya hûr tên dermankirin.

Li gorî agahiyan, otobus li ser xeta geştyarî ya navbera Mehabad û Urmiyê bû.

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di vê mehê de ev duyemîn qezaya otobuseke geştiyaran e, ku roja 12ê Adarê li ser rêya Urmiye-Tebrîzê otobuseke geştiyariyê û kamyonekê li hev ketin, di encamê de ajokarê otobusê bi giranî birîndar bû, alîkarê wî canê xwe jidest da, 18 rêwî jî bi sivikî birîndar bûn.