Li Qamişlo kirîna şêraniyê di meha Remezanê de zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Di meh Remezanê de, qerebalexî li dukanên şêraniyê li Rojavayê Kurdistanê peyda dibe û kirîna wan zêde dibe. Giraniya heyî jî bandor li ser kirîna şêraniyê kiriye, lê welatî dibêjin nabe meha Remezan bê şêranî derbas bibe, ji ber wê her kes li gor karînên xwe şêraniyê dikire.

Welatî Zubêr Mihemed dibêje: “Em tên şêraniya wek Nabilsiyê, Kinafê û Herîsê dibin. Tevî ku buhaye jî, lê meha Remezanê bê şêranî nabe.”

Nanê şêrîn yan merûk wek ku li Sûriyê tê naskirin, şêraniyênsereke meha Remezanê ye. Nirxê wê bermaberî şêraniyên din, alîkar e ku li ser sifreya her malbatekê hebe.

Firoşkar Ebdulqadir Cênî dibêje: “Salên berê me tiştek tevlî merûkê nedikir, lê niha û li gor daxwaza xelkê me hin guhertin kiriye, em merûkê bi qeymaq, bi gûz, mewîj û çokelata çê dikin.”

Rewşa aborî ya zehmet û nebûna karînan miqdara şêraniya ku tê kirîn kêm kiriye, lê nebûye sedem ku xelkê kirîna şêraniyê ranewestînin.