Li Diyarbekirê înşaata mizgeftekê rûxiya: 6 karker birîndar bûn

Rewşa karkerekî giran e.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê înşaata mizgeftekê rûxiya û di encamê de 6 karker birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa karkerekî giran e û karkerên birîndar bo nexweşxaneyên nêzîkî bûyerê hatine veguhestin û dermankirina wan didome.

Li navenda Diyarbekirê di navçeya Rezan de li Taxa Bagcilarê demjimêr 09.45ê Înşaata mizgeftekê de ruxîn rû da û di encamê de 6 karker birîndar bûn.

Hat zanîn qubeya mizgefta bi navê Haci Bakî Çelîk de ku wek kulliye tê avakirin di dema rijandina betonê de ruxiyaye û karker jî ji ser qubbeyê ketine xwarê.

Parêzgariya Diyarbekir da zanîn ku rewşa karkerekî giran e û dermankirina wî didome.

Piştî bûyerê gelek tîmên hawarçûn, lêgerîn û tendirustiyê çûn cihê buyerê û qada mizgeftê bi şerîda ewlekariyê hat pêçan.

Parêzgariya Diyarbekir di daxuyaniya derbarê bûyerê de ragihand ku lêpirsîn hatiye vekirin û tîmên lêkolînê jî li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.