Xiristiyanên Rojavayê Kurdistanê cejna Qiyametê pîroz kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî guhertina ku di salên dawiyê de çê bûye û bandora kirîza Sûriyeyê li ser jiyana xelkê, lê Xiristiyan dibêjin ku nabe cejnên wan û bi taybetî cejna Qiyametê bê pîrozkirin derbas bibe.

Bi nimêja li kenîseyê, rê û resmên cejna Qiyametê dest pê kir. Xiristiyanên bajarê Qamişloyê, ku dest bi pîrokirina cejna Qiyametê kirine, dibêjin ku nameya hezretê Mesîh aştî ye û hêviya wan ew e ku aştî û aramî li Sûriyeyê bi giştî belav bibe û çanda hezkirinê li cem xelkê çê bibe.

Mikerdîc Zadîkiyan ku yek ji welatiyan e dibêje, “Em pîrozbahiya tevahiya cîhanê dikin û ji wan re dibêjin ku her sal bi kêf û xweşî di vê cejna pîroz de em hêvî dikin şer li cîhanê nemînin û xêr û aştî belav bibe".

Rewşa abûrî bandor li amadekariyên cejnê kiriye, çûna hejmareka mezin ji xirstiyanan ji Rojavayê Kurdistanê ji bo Ewropayê kêfa malbatên Xiristiyanan bi cejna Qiyametê kêm kiriye.

Welatiyekê din bi navê Merwan Serkîs dibêje, “Şerî bandor li her tiştî kiriye, lê ev nayê wê wateyê ku em cejnên xwe pîroz nekin, helbet rewş hatiye guhertin, rewşa abûrî bandor li amadekariyên xelkê kiriye û malbat jî tev cuda bûne, lê giring e em di vê cejnê de kom bibin û yek dest bin".

Cejna Qiyametê ku yek ji giringtirîn cejnên Xiristyanan e, bi nimêjê û pîrozkirina oldaran dest pê dike, piştre xelk serdana malên hev dikin û pîrozbahiyê dikin bi hêviya ku demeke xweş û aram bi hev re derbas bikin.

Fly Erbil Advertisment