Xelkê Diyarbekirê dest bi amadekariyên cejina Remezanê kirin
Diyarbekir (K24) – Di rojên dawî yên ber bi Cejina Remezanê ve li Diyarbekirê tevgera ji bo dan û stendinê zêde bû. Dikandarên kolana Sakaryayê diyar dikin ku kevneşopiya dan û stendina cejinê bi dehan sal in berdewam dike. Her çiqas welatî ji buhayan bi gazinc bin jî berê xwe didin van dikanan û pêdiviyên xwe dabîn dikin.
Ji bo Cejina Remezanê çend roj man û di van rojên dawî de welatî dikevin nav kelecan û tevgera pêşwaziya cejinê. Li Diyarbekirê jî kevneşopiya dan û stendina cejinê ya li Kolana Sakarya bi dehan sal in berdewam dike. Dikandarên kolanê diyar dikin ku buhayên pêdawîstiyan zêde ne lê dîsa jî xelk dan û stendinê dike.
Dikandar Enver Oruç: “Ji ber ku cejin e, xelk tê ji neçarî cil û bergan dikire. Buhayî heye lê xelk neçar e. Buhayên me li gorî par ji sedî sed zêde bûne. Lê xelk di cejinan de ji neçarî dan û stendinê dike. Lewra jixwe cejin salê 2 roj in, ji bo ku zarokên xwe bextewar bikin, dikirin.”
Li Kolana Sakarya, ji cil û bergên zarokan heta yên mezinan, ji kel û pelên nav malan heta bi dehan cureyên xwarinan tên pêşkêşkirin. Bi taybetî malbatên xwecihî yên Diyarbekirê, bi dehan sal in di cejinan de pêdawîstiyên xwe ji vê derê dabîn dikin. Welatî jî hinek ji buhayan bi gazinc in lê dîsa jî hewil didin dilên zarok û maliyan xweş bikin.
Welatî Ferhat Akgun: “Ji berê ve ev kolan qelebalix e. Êdî her kes vê kolanê nas dike. Ji ber ku li dikan û navendên dan û stendinê buha zêde ne, loma piraniya welatiyan berê xwe didin vê kolanê. Wekî mînak, buhayê tiştekî ku li wan deran bi 100 lîreyan be, li vê derê bi 75-80 lîreyan tê firotin.”
Welatî: “Debar gelek zehmet bûye. Ez malnişîn im, 10 hezar lîre mûçe distînim, 3 hezar lîre jî ji bo cejinê dan me. Min 3 hezar lîre da hevjîna xwe, jixwe bi 3 hezaran şekirên cejinê nayên kirîn. 4 zarokên min bi min re hatin vê derê, min her yek ji wan 1000 lîre dan, dibêjin ka em ê pê çi bikirin? Tu tiştekî pê nayê. Em îro bi 10 hezar lîreyan di malên xwe de bûne kirêdar.”
10ê Nîsanê, Cejina Remezanê ye û welatiyên Diyarbekirê jî wekî hemû alema Îslamê ketine nav amadekariyên cejinê. Her çiqas ji buhayên zêde gazinc hebin jî kevneşopiya dan û stendina cejinan, li vê kolanê berdewam dike.