Li gundekî Şirnexê 31 bizin bi birûskê mirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Şirnexê birûskê li embareke pez ket, di encama bûyerê de 31 bizin di embarê de bûn mirin û 20 bizin jî birîndar bûn.
Li gundê Guzelova ya navçeya Hezexê ya Şirnexê birûskê li embareke mezra Alataşê ket. Di encama bûyerê de 31 bizin di embarê de bûn mirin û 20 bizin jî birîndar bûn.
Bûyer îro derdora demjimêr 16.00’an de li mezra Alataş a gundê Guzelova rû da.
Tîmên Rêveberiya Çandiniyê ya Navçeya Hezexê çûn mezraya Alataşê û lêkolîn kirin. Hat diyarkirin ku dê sibê jî tîmeke din biçe û tespîta zirarê bike.

