Dîndar Zêbarî: Di Kabîneya Nehê de 138 hezar karker hatine gerentîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja cîhanî ya karkeran de radigehîne, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde daye baştirkirina rewşa karkeran di hemî waran de”.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Çarşem, 01.05.2024) amaje da, “Ji aliyê qanûnî ve pirojeyê qanûna karî yê girêdayî Herêma Kurdistanê hemî qonax birîne, bi merema pejirandinê ji Perlemanê bo Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye şandin. Herwesa pirojeqanûna xanenişînkirin û gerentîkirina civakî ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bo Serokatiya Civata Wezîran hatiye şandin, paştir ji bo Perlemanê tê şandin ji bo ku bê derxistin”.
Dîndar Zêbarî herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde daye rewşa karkeran û parastina mafên wan û gelek raspardeyên navdewletî hatine bicihanîn. Li dû dawî raporta danberheviyê ya pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan, bicihanîna raspardeyên warê mafê karkirinê û bîmeya civakî ku pareke mafên aborî û civakî û ferhengî ye, li sala 2022ê bi rêjeya 42.9% rasparde pêşve çûne û li sala 2023ê bi rêjeya 14.3% hatiye bicihanîn. Bi vî awayî jî bicihanîna raspardeyên mafê karkirinê û bîmeya civakî di piroseya bicihanîna wê pilanê de bi rêjeya zêdetirî 57% kar li ser hatiye kirin”.
Navbirî ron jî kir, “Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 18 lijneyên çeleng hene û hejmara pirojeyên gerentîkirî ji 16500 pirojeyan bû 38500 piroje, di eynî demê hejmara karkerên gerentîkirî ji 17000 karkeran bû 138000 karker. Di dema sê salan de dahata salane ya sindoqa xanenişînî û gerentiyê ji 74 milyar dînaran bû 194 milyar dînar, yanî çend caran zêde kiriye û hejmara karkerên xanenişînkirî ji 160 karkeran bû 4189 karker”.
Dîndar Zêbarî tekez jî kir “Ji aliyekî din ve ji bo berevanîkirina ji mafên karkeran û çarekirina arêşeyên wan, 777 arêşeyên karkeran bi rêya Sendîkaya Karkeran hatine çarekirin”.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Gelek ciwan ji korsên meşq û rahênanên pîşeyî li deverên cuda cuda yên Kurdistanê mifadar bûn ku hejmara wan li sala 2023ê gehişt 164 korsan û 2234 kes jê mifadar bûn. Bi awayekî giştî di sê salên borî de, 441 kors hatine vekirin ku 6237 kes jê mifadar bûn”.
Dîndar Zêbarî eşkere jî kir, “Ji sala 2019ê heta 2022ê Desteya Weberhênanê 405 destûrî dane 399 weberhênerên xwemalî, sêyên biyanî û sêyên hevpar, herwesa Desteya Karî jî zêdetirî 75000 derfetên karî peyda kirine. Tenê di sala 2023ê de 145 destûriyên weberhênanê di kertên cuda cuda de bi 145 pirojeyan hatine dan, Desteya Karî 8500 derfetên karî peyda kirine, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew şert jî danaye ku 75% ji karkerên pirojeyên weberhênanê xwemalî bin”.