Şiwan Qadir: Konfiransa Romatîzmê li Dihokê ji bo nûkirina zanyaran e

Şiwan Qadir
Şiwan Qadir

Navenda Nûçeyan (K24) - Konfiranseke Pizişkî li Dihokê bi rê ve diçe û ji bo dema sê rojan berdewam dibe. Serokê Komeleya Romatolojiyê ya Kurdistanê amajeyê dide, “Konfiransa Romatîzmê li Dihokê ji bo nûkirina zanyaran e”.

Serokê Komeleya Romatolojiyê ya Kurdistanê Şiwan Qadir îro (Çarşem, 01.05.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Pizişkên navxwe û yên Îraqê û derve jî tevlî vê festîvalê bûne”.

Şiwan Qadir amaje jî da, “Di her sê rojên vê konfiransê de, behsa nexweşên romatîzmê û nûkariyên wê nexweşiyê tê kirin”.

Navbirî ron jî kir, “Ev konfirans ji bo nûkirina zanyaran li ser wê nexweşiyê û dermanên wê giring e, ji bo ku li Kurdistanê feyde jê bê wergirtin”.

Serokê Komeleya Romatolojiyê ya Kurdistanê herwesa got, “Ev konfiransa sêyê ye ku di wî warî de tê kirin, bi awayekî ku Herêma Kurdistanê feydeyî ji şiyan û zanyarên pizişkî werdigire”.

Şiwan Qadir eşkere jî kir, “Niha li Kurdistanê zêdetirî 100 pizişkên şareza yên vî warî hene”.

Fly Erbil Advertisment