Li Urmiyê werzê çinîna gulan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Rêveberê Çandiniyê yê Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Elî Diyanetî ragihand, li rûbera 334 hiktar erd, werzê çinîna gulên baxçan li Urmiye û Xoyê dest pê kir.

Bi gotina Diyanetî, berhemanîna giştî ya gulan li parêzgeha Urmiyê salane zêdetir ji 750 ton e û salane nêzîkî 900 hezar lître gulav, ji %80 gulên çandî tê berhemanîn.

Diyanetî amaje bi wê jî kir, %15 ji gulan têne hişkkirin û di hilberîna murebe, şekirê kilo û berhemên din ên xwarinê de, têne bikaranîn û %5 jî wekî kulîlkên hişk têne hinardekirin.

Elî Diyanetî got, çinîna gulan li Urmiye û Xoyê dê heta dawiya vê mehê berdewam bike. Piştî vebûna bişkojan, divê kulîlk zû werin berhevkirin, eger na, dê rengê kulîlk biguhêre û dê bibihurin, wê demê jî dê berhema kulîlkan kêm bibe.

 

Fly Erbil Advertisment