Li Geverê rêyên ku ji ber berfê girtî ne tên vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Geverê ya Colemêrg xebatên vekirina rêya herêma Baregeha Ozgenê ji çûnûhatinê re ku qalindahiya berfê li wê deverê gihaştiye 5 metreyan, dewam dike.

Tîmên Fermandariya Îdareya Taybet a Înşaatê ya Geverê ev 3 roj in li herêmê xebata maltina berfê bi dijwarî dewam dikin.

Tevî ku meha Gulanê ye jî, qalindahiya berfê ji makîneya ku berfê dimale bilindtir e.

Heta niha tîmê nêzî 3.5 kîlometre rêya ku li cihekî 5 metre berf lê bariya pak kiriye û hewl didin ku 2 kîlometreyên mayî jî di nava du rojan de pak bikin û rê ji çûnûhatinê re vekin.

Berf