Bi biryara Mesrûr Barzanî amûrê tîşkê ji bo nexweşxaneyên Koyeyê hat dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, amûrê tîşkê ji bo nexweşxaneyên Koyeyê hat dabînkirin.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Diktor Serkar Sûrçî îro (Sêşem, 14.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Li ser daxwaza wezareta me, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara dabînkirina amûrê tîşkê yê CT-Scan ji bo bajarê Koyeyê da”.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê eşkere jî kir, “Her îro bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amûrê tîşka MRI ji bo nexweşxaneya giştî ya Şeqlawayê hat dabînkirin”.
Wezareta navbirî herwesa ragehand, “Bi dabînkirina wî amûrî, rotîn li ser welatiyên Koyeyê û derdora wê û Şeqlawayê kêm dibe”.