Îdareya Germiyanê sê rojan şîniya giştî ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber rûdana dilhejîn a îro ya ser rêya Kelar-Kifriyê ku erebeyeke xwendekaran wergeriya û bû sedema mirin û birîndarbûna hejmareke xwendekaran, Serperiştê Îdareya Germiyanê sê rojan şîniya giştî ragehand.
Serperiştê Îdareya Germiyanê Celal Şêx Nûrî îro (Sêşem, 14.05.2024) ragehandinek parve kir ku di pareke wê de hatiye, “Ji ber rûdana wergeriyana erebeyeke xwendekaran û mirina çar xwendekaran û birîndarbûna şeş xwendekarên din, em sê rojan şîniya giştî radigehînin”.
Tekista wê ragehandinê:
Rûdana dilhejîn a îro (Sêşem, 14.05.2024) ku li ser rêya Kelar-Kifriyê erebeyeke xwendekaran wergeriya û çar kiçên xwendekar bi navên Danya Ehmed Letîf, Kewser Ehmed Letîf, Şem Saman û Arezû Serdar canê xwe ji dest da û heft xwendekarên din jî birîndar bûn, em gelek dilgiran û xemgîn kirin û tevaya tex û çînên xelkê Germiyanê û Kurdistanê dilgiran û xemgîn kirin. Ev rûdan ji bo hemî aliyan cihê mixabinî û dilgiraniyeke mezin e, wekî hevxemiyek ji bo binemal û kesûkarên qurbaniyên wê rûdana dilhejîn a îro, em ji bo dema sê rojan li sinorê Îdareya Germiyanê behiya giştî radigehînin.
Celal Şêx Nûrî
Serperiştê Îdareya Germiyanê
14.05.2024