Mesrûr Barzanî Senterê Şêx Baz ê Çavdêriya Danemran li Hewlêrê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Senterê Şêx Baz ê Çavdêriya Danemran li Hewlêrê vedike, herwesa giring dibîne ku rêz li danemran bê girtin û giringî pê bê dan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 15.05.2024) Senterê Şêx Baz ê Çavdêriya Danemran li Hewlêrê vekir ku ji aliyê Serokê Koma Kompaniyên Kar Şêx Baz Berzincî ve hatiye çêkirin.
Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana pişkên wî senterî kir û bi berhevbûna hejmareke danemran spasiya Şêx Baz kir, ji ber çêkirina wî senterî ku bi awayekî gelek pêşkeftî û serdemane hatiye çêkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pareke din a gotinên xwe de daxwaz ji sermayedar û xêrxwazan kir ku senter û xaneyên ji wî rengî ji bo xizmeta welatiyên Kurdistanê çê bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz jî kir ku rêz li danemran bê girtin û giringî pê bê dan. Herwesa got, “Ev senter jî hene, eger pêdivîtiya danemrekî bi alîkariyê hebe”.