Mesrûr Barzanî kar û çalakiyên Serbaz Berzincî li Brîtanyayê bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serbaz Berzincî, Endamê Encûmena Şaredariya Lambêsê ya girêdayî Londona paytexta Brîtanyayê, dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 15.05.2024) pêşwaziya Serbaz Berzincî, Endamê Encûmena Şaredariya Lambêsê ya girêdayî Londona paytexta Brîtanyayê, kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Goldman jî berhev bûbû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Serbaz Berzincî kir ji ber kar û çalakiyên wî li Brîtanyayê û hêvî xwast ku di erkên xwe de serkeftî be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Pêdivî ye Revenda Kurdistanî li wan welatên ku lê akincî ne mînakeke xweşik û serkeftî be”.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, Serbaz Berzincî berheviya xwe ji bo karkirinê pêxemetî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê diyar kir.