Serok Barzanî: Kurd qet ji neteweyên din ne kêmtir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêdivî dibîne ku giringî bi piroseya nasandina tawanên dijî gelê Kurd wekî jenosîd bê dan. herwiha dibêje, “Eger derfet bi kitekesên Kurd bê dan, dikarin şiyanên xwe biselimînin”.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 15.05.2024) li Pîrmamê pêşwazî li Endamê Encûmena London Lambeth, Serbaz Berzincî kir.

Li gorî daxuyaniyeke Baregehê Barzanî, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser giringiya rol û tevlîbûna Revenda Kurdî li welatên derve li hev guhertin, xasma rolê Revenda Kurdî li Brîtanyayê û pişgirî û alîkariya wan ji bo veguhastina ezmûna pêşkeftî ya wî welatî ji bo Herêma Kurdistanê.

Di pareke din a wê civînê de, “her du aliyan ronahî berda ser hevahengiya navbera Herêma kurdistanê û Brîtanyayê pêxemetî zêdetir lihevguhertina kultûrî, zanistî, siyasî, bazirganî û kenolojî”.

Her di wê hevdîtinê de Serbaz Berzincî ji Serok Barzanî re ragehand, ewê hemû hewlên xwe ji bo baştirkirin û pêşxistina peywendiyên tevreng ên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û nasandina doza rewa ya gelê Kurd li Kurdistanê û derve bidin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî xizmetkirina Serbaz Berzincî ji bo gelê xwe li derveyê welat û hewlên wî yên ji bo bibîranîn û vekirina her du mebûsên Helebce û Enfalê li navendên fermî yên Brîtanyayê kir. Herwiha weke mînak bi nav kir ku eger derfet bê dayîn, Kurd dikarin şiyanên xwe îspat bikin û ji neteweyên din ne kêmtir in.

Serok Barzanî hêviya serkeftin û berdewamiya ji Serbaz Berzincî re xwast û amaje bi wê kir ku divê giringî bi proseya naskirina tawanên Feylî, Barzaniyan û kîmyabarana Helebce û Enfala gelê Kurd bê dayîn.

Di dawiya hevdîtinê de, Serbaz Berzincî bacê rêzê pêşkêşî Serok Barzanî kir ku îsal di salvegera Enfalê de jê re hat dayîn.

 

Fly Erbil Advertisment