Li 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran barî
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke baranê li 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibare.
Li gorî Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, li 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê pêşbînîkirin ku baraneke bihêz bibare.
Tê payîn ku li parêzgehên Erzirom, Qers û Wanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke bihêz bibare.
Ji aliyekî din ve hat ragihandin, pileyên germahî dê di asta demsalê de bin.