Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: Kesên di bin kavilan de mane hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê avahiyek ji ber sedemeke ku nehat zanîn hilweşiya û hejmarek kesên di bin kavilan de mane.

Li Taxa Kartaltepe ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê, di derdora demjimêr 08.40an de avahiyeke 3 qatî ji ber sedemeke ku nayê zanîn hilweşiya.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkuj û tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê û hate gotin ku hejmarek kes di bin kavilan de mane.

Tîmên hawarhatinê dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin û heta niha 2 kes bi birîndarî ji bin kavilan hatin derxistin. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî berdewam in.