Civata Nûnerên Îraqê xişteyên budceya 2024ê pejirandin

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê deng li ser xişteyên qanûna budceya giştî ya federalî ji bo sala 2024ê dide. Peyamnêrê K24ê dibêje, “Civata Nûnerên Îraqê di rûniştina xwe ya îro de bi piraniya dengan xişteyên budceya 2024ê pejirandin.”

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê, berî demeke kêm Civata Nûnerên Îraqê deng li ser xişteyên A/B/C/D/H/W yên qanûna budceya giştî ya federalî ji bo sala 2024ê da.

Rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê bi berhevbûna 199 endaman hat kirin ku deng li ser xişteyên A/B/C/D/H/W hat dan.

Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê jî xişteyên A/B/C/D/H/W yên qanûna budceya giştî belav kirin, ku xişteyê A girêdayî dahatî ye wekî ku ji bo sala 2024ê hatiye danan. Xişteyê B girêdayî xerciyan e li dû wezaretan. Xişteyê C girêdayî hêza karî ya wan wezaret û dezgehan e yên ku bi awayê navendîtiyê tên peredarkirin. Xişteyê D girêdayî xerciyên hakîme ye. Xişteyê H hejmarên serekî (pişk) vegirtine. Xişteyê W jî girêdayî xerciyan e li dû kertan û çalakiyan.

Pişka Herêma Kurdistanê di edilandina budceya sala 2024ê de 20 tirilyon û 900 milyar dînar in, nêzî 12 tirilyon dînaran ji bo mûçeyên fermanberan hatine terxankirin û nêzî heşt tirilyon dînaran jî budceya weberhênan û xerciyên din in, ku tê pêşbînîkirin bi pejirandin û xerckirina wan pêşkeftina aborî li Herêma Kurdistanê zêdetir dibe.

Fly Erbil Advertisment