Li navçeya Konyaaltiyê ya Antalyayê şewat derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Kuşkavagiyê li qada daristanî ya li hemberî navçeya Konyaaltiyê ya li Antalyayê, ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket. Ji ber bayê şewat belavî herêma ku darên Çam ên mezin lê hebûn.
Şaredarê Konyaaltiyê Cem Kotan got: “Şewata li jêr hatiye kontrolkirin. Şewata ku li jor berdewam dike jî ber bi kontrolê ve diçe. Ba bi bandor e.”
Herwiha li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin û tîmên polêsan jibo ewlehîye rê li trafîkê girtin.
Ji aliyekî din ve, zarokên ku li kreşeke nêzî herêma daristanî dixwînin, ji bo ewlehîyê hatin derxistin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Hewlên tîmên agirkujîye ji bo kontrolkirina agir berdewam dikin.