Erzingan.. Termên sê kesên din di Kanzaya Zêr de hatin derxistin

Diyarbekir (K24) - Li İliça navçeya Erzinganê, di Kanzaya Zêr de termên sê kesên din hatin derxistin.
Li İliça navçeya Erzinganê, di ruxiyana Kanzaya Zêr de, 9 karmend di bin axê de mabûn. Îro termên sê ji wan karmendan hatin derxistin.
Her wiha ji beriya niha jî termên pênc karmedan di demên cuda cuda de hatibûn derxistin û hêj termê kesekî di bin axê de ye.
Hêjayê gotinê ye ku, 13ê Sibatê li İliça navçeya Erzinganê di bîra zêr de erd ruxiyabû û 9 karmend di bin axê de mabûn.