Dilêr Mihemed: Di rojên cejnê de nêzî hezar geştyarên Ereb di seetekê de hatine Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Birêveberiya Geştyariyê ya Hewlêrê amajeyê dide, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî pirrehend kar li ser kertê geştyariyê û pêşxistina wî kertî kiriye.” Herwesa dibêje, “Jîngeheke xweşik a geştyariyê li Herêma Kurdistanê heye û wesa kiriye ku bala geştyaran bikêşe û li ser torên civakî deng vede.”
Birêveberê Birêveberiya Geştyariyê ya Hewlêrê Dilêr Mihemed îro (În, 21.06.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Di rojên cejna Qurbanî de, nêzî hezar geştyarên Ereb di seetekê de hatine Hewlêrê û ji aliyê tîmên wan û tîmên westgehan ve pêşwaziya wan hatiye kirin.”
Dilêr Mihemed amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî pirrehend kar li ser kertê geştyariyê û pêşxistina wî kertî kiriye, ji bo nimûne pêşxistina rêyan wesa kiriye ku geştyar bi tenahî û silametî geştê bikin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Hêzên ewlehiyê rolekê bibandor di dabînkirina ewlehiyê de heye û vê yekê jî wesa kiriye ku geştyar bi piştrastiyeke zêde ve geştên xwe ji bo Herêma Kurdistanê bikin.”
Birêveberê Birêveberiya Geştyariyê ya Hewlêrê tekez jî kir, “Jîngeheke xweşik a geştyariyê li Herêma Kurdistanê heye û wesa kiriye ku bala geştyaran bikêşe û li ser torên civakî deng vede, ji bo nimûne geştyar dikarin di sê seetan de ji Hewlêrê biçin cihên geştyarî ku hêşta befr lê maye.”