Dihok.. Di rojên cejnê de 178 zarok hatine dinyayê û 17 welatî mirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû amarên Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Dihokê, Di rojên cejnê de 178 zarok hatine dinyayê û 17 welatî mirine.
Li dû wan amarên ku Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Dihokê yên girêdayî rojên cejna Qurbanî anku rojên 16-20.06.2024ê parve kirine, di wan her çar rojan de 178 zarok (87 kur û 91 kiç) hatine dinyayê.
Li dû eynî amarê, di rojên cejna Qurbanî de 12 hezar û 156 welatiyan serdana nexweşxane û bingehên tendirustiyê yên girêdayî Birêvebera Giştî ya Parêzgeha Dihokê kiriye, 17 welatî mirine û 652 nexweş jî hatine nivandin.
Wekî ku amaje pê hatiye dan, di wê demê de gurçikên 201 welatiyan li bingehên tendirustiyê hatine şûştin û 143 mexweşên din jî çareseriyên kîmyayî wergirtine. Di eynî demê de, neştergeriya qestereya dilî ji bo 12 nexweşan hatiye kirin.